Kanala ROJAVA TV

RÊVEBERÊN JIN YÊN REQAYÊ ŞEHÎDXISTINA HEVRÎN XELEF ŞERMEZAR KIRIN

Rêveberên Jin yên Partiya Sûriya Pêşerojê yên kantona reqayê, hedfgirtina şehîd hevrîn xelef ji hêla serçeteyê bi navê Hatim Ebû Şeqra ve şermezar kirin.
Rêveberên Jin yên reqayê gotin, Hevrîn Xelef şehîda aştiyê ye û dê heta kêliya dawî di jiyana wan de zindî bimîn e.

Di 29’ê meha derbasbûyî de desthilata Şamê Kongreyek bi navê Serkeftinê li dar xist û kujerê Şehîd Hevrîn Xelef Hatim Ebû Şeqra jî tê de hazir bû.

Beşdarbûna serçeteyên girêdayî Tirkiyê nerazîbûn û karvedanên tund li pey xwe anîn û birînên jina ji nûve zindî kirin.

Rêveberên Jin yên Partiya Sûriya Pêşerojê ya kantona reqayê, hedfgirtina şehîd hevrîn xelef ji hêla serçeteyê bi navê Ebû Hatim Şeqra ve şermezar kirin.

her wiha Rêveberên Jin tekez kirin ku dê şehîd Hevrîn Xelef her di nava wan de zindî bimîne û dê bexwedana xwe ya ber bi aştiyê ve dewam bikin.

siyasetmedara Kurd û sekretera Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef Di 12’ê Cotmeha 2019’an li ser rêya M-4 di encama êrîşa serçete Ebû Hatim Şeqra hate şehîdxistin.