JINÊN CIWAN BI MEŞEKÊ SALVEGERA KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ ŞERMEZAR KIRIN
Yekîtiya Jinên Ciwan bi meşekê salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar kirin û tekezî li ser mezinkirina asta berxwedanê kirin.
Di bin dirûşmeya “Bi têkoşîna jinên ciwan em ê dîwarê Îmralî hilweşînin û bi Rêber Apo re azad bijîn” li bajarê Qamişlo bi dehan jinên ciwan meşiyan.
Meşê ji pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê dest pê kir û li gel Şaredeariya Gel veguherî mitîngê.
Piştî xuleyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan, li ser navê Yekîtiya Jinên Ciwan, Endama Desteya Ciwan û Werzîşê Betûl El-Semîr axivî û got ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Apo em ê her dem li qadan bin û têbikoşin.
Meş bi berizkirina dirûşmeyên bê serok jina nabe, bi dawî bû.