Kanala ROJAVA TV

PARTIYÊN SIYASÎ YÊN REQAYÊ BANGA YEKKIRINA AXA SÛRIYÊ KIRIN

Partiyên siyasî yên kantona Reqayê, derbarê yekitiya xaka Sûriyê û beşdariya hemû pêkhateyan di destûra nû de, daxuyaniyek ji raya giştî re parve kirin.
Daxuyanî li ber Deriyê Bexdayê ya dîrokî hate dayîn û bi dehan endamên partiyên bajêr tê de amade bûn.
Partiyan di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku Sûriyê di qonaxeke bingehîn û dîrokî re derbas dibe û di vê qonaxê de dê çarenûsa Sûriyê li seranserî erdnîgariya welêt diyar bibe.
Her wiha diyar kirin ku binpêkirinên li dijî pêkhate û mezhebên bajarên peravê û Siwêdayê, kiryarên hovane ne û mafên mirovan bin pê dikin.
Di dawiya daxuyaniyê de partiyên Reqayê, tekezî li ser diyaloga Sûrî-Sûrî ya dûrî zexta derve û vegerandina axa Sûriyê ya di bin dagirkeriya Tirkiyê de kirin.