MECLÎSA MALBATÊN ŞEHÎDAN A QAMIŞLO REWŞA SIYASÎ NIRXAND
Meclisa malbatên şehîdan a bajarê Qamişlo derbarê rewşa siyasî û geşedanên dawîn ên ku herêm tê re derbas dibe civînek li darxist.
Civîn bi beşdariya bi sedan malbatên şehîdan ên bajarê Qamişlo, koçberên Serê kaniyê, Efrîn û şehbayê li hola zana ya bajêr hat li darxitin.
Di civînê de Endamê Desteya hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl rewşa siyasî û civakî, geşedanên li rojhilata navîn nirxand.
Aldar Xelîl di nava nirxandinên xwe behsa aliyên ku hevkariyê bi dewleta tirk a dagirker re dikin kir û got, kurdên destekê bidin tirkiyê dê dawiya wan binketin be.
Her wiha Aldar Xelîl anî ziman ku, di demekê de ku li sûriyê biryara rawestandina şer hatiye kirin, dewleta tirk bê navber êrîşî bakur û rojhilatê sûriyê dike.
Piştî nirxandinan deriyê nîqaşê li pêşiya beşdaran hate vekirin û beşdaran pêşinyarên xwe vegotin.
Civîn bi daxuyaniyekê derbarê avakirina yekrêziya kurdî de bi dawî bû.