Kanala ROJAVA TV

LI HELEBÊ JI BO 4 ŞEHÎDÊN AZADIYÊ MERASÎMEKE XIYABÎ HATE LIDARXISTIN

Li bajarê Helebê ji bo 2 şehîdên Hêzên Rizgariya Efrînê, şervanekî YAT’ê û welatiyekî sivîl merasîmeke xiyabî hate lidarxistin.
Merasîma xiyabî bi beşdariya xelkên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, endamên saziyan û rêxistinên jinan hate lidarxistin.
Di merasîmê de axaftin hatin kirin û sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin.
Her wiha hate gotin, cangoriyên azadiyê yên ku bi fedakirina canê xwe, rêya azadiyê li pêşiya gelan vekirin, dê her dem zindî û jîndar bimînin.
Piştre wesîqeyên her 4 şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.
Merasîm bi berzkirina dirûşmeyên bi can bi xwîn em bi te re ne ey şehîd, bi dawî bû.