MECLISA DADMENDIYA CIVAKÎ: DIVÊ KUJERÊ ŞEHÎD HEVRÎN BÊ CEZAKIRIN
Meclisa Dadmendiya Civakî ya kantonên Reqa û Tebqayê banga darizandina kujerên Şehîd Hevrîn Xelef kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, çeteyên girêdayî Tirkiyê di şexsê şehîd Hevrîn Xelef de vîn û hebûna jinên Sûrî hedef girtin.
Her wiha da zanîn ku, Hevrîn Xelef bi awayekî hovane hate şehîdxistin û bi ti awayî nabe kujerên wê cih di Sûriyê de bigrin û bi serbestî tevbigerin.
Meclisa Dadmendiya Civakî ya kantonên Reqa û Tebqayê aşkere kir ku, li gorî hemû zagonên navneteweyî divê kujerên Hevrîn Xelef û tevahî jinan werin dadgehkirin.
di dawiya daxuyaniyê de bang li rêxistinên mafên mirov û jinan hate kirin ku, bertek li hember kiryarên der zagonî nîşan bidin.