RÊXISTINÊN JINAN DAXWAZA DADGEHKIRINA KUJERÊN JINÊN PÊŞENG DIKIN
Rêvebera Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan Arzo Temo bertek nîşanî beşdariya Ebû Hatim Şeqra ya qaşo di kongreya serkeftinê de da û got, bi kujerên jinan ti carî demokrasî û azadî pêk nayê.
Her wiha endama koordînasyona kongra star Jiyan Hisên jî da zanîn ku, kesên di lîsteya terorê de ne, di Sûriya nû de nayên qebûlkirin.
29’ê meha derbasbûyî di bi navê qaşo Kongreya Serkeftinê de, kongreyek li Şamê hate lidarxistin û Ebû Mihemed Colanî xwe weke serokê desthilata Şamê erkdar kir.
Di kongreyê de serçeteyê rêxistina Ehrar El Şerqiye Ebû Hatim Şeqra ku qatilê siyasetmedara Kurd Hevîn Xelef û di lîsteya rêxistinên terorê ya Amerîkayê de ye , amade bû.
Rêvebera Rêxistina Sara ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan Arzo Temo got, bi kujeran jinan ti carî demokrasî û azadî pêk nayê.
Her wiha endama koordînasyona kongra star Jiyan Hisên jî da zanîn ku, kesên di lîsteya terorê de ne, di Sûriya nû de nayên qebûlkirin.
Di 12’ê Cotmeha 2019’an de serçeteyê girêdayî dewleta Tirk a dagirker ê bi navê Ebû Hatim Şeqra li ser riya M4 êrîşî erebeya siyasetmedara Kurd û sekretera Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef kir, di encama êrîşê de Hevîn Xelef û ajokarê wê bi awayekî hovane hatin şehîdxistin.