Kanala ROJAVA TV

RÊVEBERIYA XWESER A KANTONA CIZÎRÊ TEVLÎ SEFERBERIYA GIŞTÎ BÛ

Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê, Endamên partiyên siyasî, tevgerên jinan û saziyên civakî tevlî seferberiya giştî bûn.
Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê têkildarî seferberiya ku 1`ê Kanûna 2024`an ji aliyê Rêveberiya Xweser a Herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ve hatibû îlankirin, li Çerxerêya Şehîdan a Qamişlo daxuyaniyek da.
Rêveberiya Xweser got, Hemû gelên cîhanê, gelên li herêmê û hêzên li Rojhilata Navîn di vê dema çarenûsî de pêwîst e ne tenê temaşe bikin, divê helwesta xwe diyar bikin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 2 meh in li bendava Tişrînê di nava berxwedaneke herî birûmet de ne. Vîna mirovahiyê li ser Bendava Şehîdan tê temsîlkirin.
Her di daxuyaniyê de hat gotin, Wek Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê, partiyên siyasî, tevgerên jinan û saziyên civaka sîvîl tev li seferberiya giştî dibin û diçin nava refên QSD’ê.
Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê di dawiyê de bang li her kesî kir ku tev li QSD’ê bibin û rûmet û pêşeroja xwe biparêze.