Kanala ROJAVA TV

XWENDEKARA EFRÎNÎ TÎRHÊVA HESEN BEHSA XWENDIN Û ZEHMETIYÊN KOÇBERIYÊ DIKE

Tevî zehmetiyên koçberiyê, lê dîsa xwendekara Efrînî Tîrhêva Hesen bi hezkirina xwe ya ji zimanê dayikê û xwendinê re her tim hewil dide ku bigihêje armancên xwe û xwendina xwe didomîne.
Tîrhêva Hesen ji Rojava TV re axivî û behsa xwendinê û zehmetiyên koçberiyê kir û got, Tevî êşa koçberiyê, lê ew xwendina xwe bi serkeftî berdewam dike.

Tîrhêva Hesen xwendekareke jîr û jêhatî ya ji Efrîna dagirkirî ye ku niha li bajarê Amûdê bi cih bûye û xwendina xwe didomîne.

Tevî zehmetiyên koçberiyê jî , lê Tîrhêva Hesen bi hezkirina xwe ya ji zimanê dayikê û xwendinê re, her tim hewl dide ku bigihêje armancên xwe.

Tîrhêva Hesen ji Rojava TV re axivî û behsa xwendinê û zehmetiyên koçberiyê kir û got, Tevî êşa koçberiyê, lê ew xwendina xwe bi serkeftî berdewam dike.

Armanca Tîrhêv ya ciwan ew e ku di pêşerojê de bibe bijîşkeke jêhatî û xizmetê ji gelê xwe re pêşkêş bike. Her wiha weke her efrîniyekê xewn û xeyala wê vegera li warê xwe ye.

Piştî dagirkirina bajarê Efrînê di sala 2018an de welatiyên Efrînî bi darêzorê hatin koçber kirin û berê xwe dan Şehbayê.

Lê di kanûna sala derbasbûyî de ji ber êrîşên heman artêşa dagirkeriyê careke din ji wir jî koçber bûn. Tevî şert û mercên giran, lê hêviya wan ya vegerê tim zindî ye.