ŞÊNIYÊN QAMIŞLO BERXWEDÊRÊN JI TIŞRÎNÊ VEGERIYAN PÊŞWAZÎ KIRIN
Şêniyên bajarê Qamişlo karwana gelê yê kantonê ya ku 31ˋê Çileyê çûbûn Bendava Tişrînê û îro vegeriyan, pêşwazî kir.
Bi sedan xelkê bajarên Qamişlo, Çilaxa, Tirbespiyê, Til Hemîs û Amûdê di 31’ê Çileyê de, ji bo tev li çalakiya parastina Bendava Tişrînê bibin, ber bi bendavê ve bi rê ketibûn.
Piştî 4 rojan ji çalakiya li ser bendavê û dewrgirtina çalakiya parastinê ya li ser bendavê ji hêla xelkê kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê ve, karwana gelê Cizîrê vegeriya û bi coşeke mezin li bajarê Qamişlo hat pêşwazîkirin.
Di pêşwaziyê de şêniyan alên QSD, YPG û YPJ’ê hildan û dirûşmeyên silavkirina berxwedana şervanan berz kirin.