TEVGERA HÎLALA ZÊRÎN JI BO PÊŞTGIRIYA QSD’Ê AMADEKARIYA PÊŞANGEHEKÊ DIKE
Tevgera Hîlal zêrîn bi armanca pêştgiriya berxwedana li bendava Tişrînê û silavkirina berxwedana QSD’ê amadekariya vekirina pêşangeheke wêneyan dike.
Berxwedana gel û şervanên QSD a li bendava tişrînê bê navber û bi îsrar berdewam dike.
Tevgera Hîlal zêrîn da ku piştgiriyê bide berxwedana li bendavê dest bi amadekariyên vekirina pêşengeheke wêneyan kir.
dê di pêşangehê de 8 wênexêz tabloyan xêz bikin û di tabloyên xwe de berxwedana şervanan û gel a li bendava tişrînê bidin naskirin.
Her wiha dê di pêşangehê de 16 tablo hebin û li ser asta bakur û rojhilatê sûriyê were vekirin.