LI HERÊMÊ JI BER KÊMBARÎNA BARANÊ BANDOR LI QADA ÇANDINIYÊ BÛYE
Cotkarên herêma bakur û rojhilatê sûriyê ji ber guhertinên avhewayê berê xwe didin çandiniya avî an jî zeviyên xwe bi kanî, çem û kanalên avdanê av didin.
Di encama guhertinên avhewayê de, ku bandoreke neyinî li ser çandiniyê dike nemaze bi kêmbarîna baranê re, çandiniya herêmê ber bi zûhabûnê ve diçe.
Cotkarên herêmê da rê li ber hişikbûna zeviyên xwe bigirin berê xwe didin çandiniya avî an jî zeviyên xwe bi kanî, çem û kanalên avdanê av didin.
Di plansaziya hilberînê ya demsala zivistanê de %60 genim, %5 ceh, %15 baqil %2 sebzeyên zivistanê hene.
Li gorî Rêveberiya Nivîsgeha Çavkaniyên Avê ya Meclisa Aborî û Çandiniyê ya kantona Reqayê, ji ber kêmbûna zeviyên bejî rêjeya zerara li çandiniyê diyar dike.