Kanala ROJAVA TV

LI ZANÎNGEHA EL ŞERQ EZMÛNÊN WERZA YEKEM DEWAM DIKIN

li zanîngeha El-Şerq a li kantona Reqayê pêvajoya ezmûnên werza yekem a bi beşdariya bi sedan xwendekaran berdewam dike.
Ezmûn di 2’ê Sibatê de dest pê kirin û dê heta 16’ê sibatê berdewam bikin.
Ji bilî ezmûna tewrîk, hin şaxên zanîngeh û peymangehan ji xwendekarên xwe re ezmûnên pratîkî jî pêk tînin.
Komîteya ezmûnan a zanîngeha El-Şerq diyar kir ku pirsên ezmûnê li gorî pîvanên perwerde û hîndekariyê yên qonaxa zanîngehê ne.