KONGRA STAR LI HELEBÊ REWŞA KOÇBERÊN EFRÎN Û ŞEHBA NÎQAŞ KIR
Kongra Star a bajarê Helebê îro bi armanca nîqaşkirina rewşa koçberên efrîn û şehbayê panelek lidar xist.
Panel bi durişma “li hemberî dagirkerî û qirkirinê em ê berxwedana jinên efrîn û şehbayê bi serbixin” li hola MSD’ê ya li bajarê Helebê hate lidarxistin.
Bi sedan jinên Helebê , kongra star û jinên Efrîn û şehbayê beşdarî civînê bûn.
Di panelê de mijarên weke rewşa koçberên efrîn û şehabyê, kiryarên dewleta tirk a dagirker ên li ser xelkên Efrîn û Şehbayê de û dê çawa xelk bi ewle vegerin ser xaka xwe hatin nirxandin.
Di panelê de piştî nirxandina mijaran deriyê nîqaşê li ber beşdaran hat vekirin.
Panel bi nîqaş û pêşinyarên beşdaran bi dawî bû