YEKÎTIYA KEDKARAN A REQAYÊ TEQÎNA LI MINBICÊ ŞERMEZAR KIR
Yekîtiya kedkaran a kantona Reqa û Tebqayê teqîna erebeya li minbicê ku karker tê de bûn şermezar kir û daxwaza hesabpirsîna ji sûcdaran kir.
Yekîtiya kedkaran di daxuyaniya xwe de, sersaxî da malbatên kesên ku di erebeyê de jiyana xwe ji dest dane û şîfaya acil ji birîndaran re xwast.
Yekîtiya Kedkaran diyar kir ku, divê hesab ji sûcdaran bê xwestin û ew kes werin darizandin.
Her wiha yekîtiyê got ew bi tundî kiryarên hovane yên terorîstan şermezar dikin û li gorî wê ev teqîn ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve pêk hatiye.
Yekîtiya kedkaran a kantona Reqa û Tebqayê di dawiya daxuynaiyê de bang li dewletên navnetewî kir ku rê li ber kiryarên hovane yên dewleta tirk a dagirker bigrin.