HÊZÊN EWLEKARIYA HUNDIRÎN: DI HEMLEYA DÊRAZORÊ DE 79 ÇETE HATIN GIRTIN
Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku di hemleya hevbeş a QSD, Hevpeymaniya Navdewletî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn de 79 çete li dêrazorê hatin girtin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniya xwe de got,armanca wan ji hemleyê ew e ku bermahiyên rêjîma Sûriyê ya têkçûyî û şaneyên DAIŞ’ê yên ku hewl didin ewlehî û aramiya herêmê têk bibin.
Her wiha hêzên ewlekariyê diyar kir ku, 15 roj di ser hemleya wan a ku li kantona dêrazorê hatiye destpêkirin re derbas dibin, hemle hîn jî berdewam dike.
Hêzên Ewlekariyê got, heta niha di hemleya wan a hevbeş de 79 çete hatine girtin, gelek çekên giran û cebilxane hatin desteserkirin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn di dawiya daxuyaniya xwe de soza şopandina rêya şehîdan nû kir her wiha soza parastina destkeftiyên xwe yên netewî da.