Kanala ROJAVA TV

KONGRA STAR A KANTONA CIZÎRÊ ŞEHÎDXISTINA SALÎHA EREBO ŞERMEZAR KIR

Meclîsa Kongra Star a kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê, hedefgirtina çalakvana siyasî Saliha Erebo, ku di encama êrîşeke balafirên dewleta Tirk a dagirker de li navçeya Raniya ya Başûrê Kurdistanê şehîd bû, şermezar kir.
Kongra Star diyar kir ku hedefgirtina dewleta Tirk ji jinan re, nîşaneya tirsa wê ya ji hêza jinên Kurd e û girêdana dewleta Tirk a bi zîhniyeta zilamperest ku ji jinên serhildêr ditirse, îfade dike.
Her weha Kongra Star destnîşan kir ku hedefgirtina jinan dê wan ji berdewamkirina rêya têkoşînê û bidestxistina azadiyê nehêle, ji ber ku jina xwedî fikra azad û zihniyeta ku koletiyê red dike, mirinê nas nake.
Di dawiya daxuyaniyê de Kongra star soz da şehîd Saliha û hevrêyên wê yên şehîd, ku rêya wan heta serkeftinê bidomînin û destê dagirkeriyê li ku dibe bila bibe bişkînin.