Kanala ROJAVA TV

DAYÎKA ŞEHÎD HEVRÎN XELEF BANGA DARIZANDINA KUJERÊN KEÇA XWE DIKE

Di 29’ê meha derbasbûyî de bi navê “Kongreya Serkeftinê” li Şamê kongreyek hate lidarxistin. Di nava kongreyê de serçeteyê koma Ehrar Elşerqiye Ebû Hatim Şeqra ku siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef bi awayekî hovane şehîd xistibû, amade bû.

Beşdarbûna serçeteyên girêdayî Tirkiyê nerazîbûn û karvedanên tund li pey xwe anîn.

Rojava TV berê xwe da bajarê Dêrikê û li gel dayîka Şehîd Hevrîn Xelef, Sûad Mistefa hevpeyînek pêk anî.

Dayîka Hevrînê ji odeya ku bi wêneyên keça xwe xemilandiye û têkoşîna xwe ya ji bo darizandina kujeran didomîne, got; di derheqê keça min de sûcekî şer hatiye kirin.

Yadê Sûad Mistefa banga darizandina kujeran dike û piştrast dike ku, ew ti carî dev ji doza keça xwe bernade.

Hevrîn Xelef di sala 1984’an de li bajarê Dêrikê hatiye dunyayê û yek ji damezirînerên Rêveberiya Xweser e. Her wiha beriya şehadeta xwe weke sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê hate hilbijartin û roja 12’ê Cotmeha 2019’an li ser rêya M-4 di encama êrîşa serçete Ebû Hatim Şeqra hate şehîdxistin.