LI KOBANÊ BI DAXUYANIYEKÊ BANGA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO HAT KIRIN
Bi boneya nêzbûna salvegera 26’an a Komploya 15’ê sibatê, Însiyatîfên Sûriyê û Parêzeran yên ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Kobanê daxuyaniyek dan û banga azadiya Rêber APO kirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: Rêber APO bi awayekî nedadmend hate darizandin. Ev tişt hemû li ber bêdengiya kirêt a cîhanê çêbû.
Her wiha hate diyarkirin ku, ew polîtîkayên tecrîdê yên dewleta Tirk bi tundî şermezar dikin.
Însîatîfan bang li hemû gelên azadîxwaz, rêxistinên mafên mirovan, çalakvanên aştiyê û dostên gelê Kurd ên li hemû welatên cîhanê kir ku piştgiriyê bidin daxwaza ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan.