Kanala ROJAVA TV

LI QAMIŞLO JI BO NÎQAŞKIRINA ROLA JIN DI SÛRIYÊ DE KONFERANSEK HAT LIDARXISTIN

Bi piştevaniya Komeleya Jinan a Navdewletî û pêşengiya Tora Pêşengên Aştiyê û Komeleya Şawişka, konferanseke jinan li bajarê qamişlo li dar ket.
Di konferansê de, mijarên weke: pêşxistina pêvajoya siyasî li Sûriyê, beşdariya jinan di paşeroja Sûriyê de, hatin nîqaşkirin.

Di çarçoveya rêveçûna pêvajoya siyasî li Sûriyê de û bi piştevaniya Komeleya Jinan a Navdewletî ji bo Aştî û Azadiyê, Tora Pêşengên Aştiyê û Komeleya Şawişka li bajarê Qamişlo, konferanseke jinan li dar xistin.

Konferans bi sernavê “Ji bo avakirina Sûriyeke nû pêwîstî bi beşdarbûna jinan” pêk hat û tê de gelek jinên ji rêxistin û tevgerên jinan beşdar bûn.

Ji bo şîrovekirina naveroka konferansê, çalakvan Ebîr Hesaf ji Rojava Tv re axivî û çend xalên girîng parve kirin.

Ji aliyê xwe ve, hevseroka Meclisa Gel a kantona Efrîn û Şehbayê Mûşîra Reşîd diyar kir ku (Kongreya bi navê Serketinê) ya ku HTŞ’ê pêk aniye, kongreyeke xapînok e û ti pêwendiya wê bi xwestekên gelê Sûriyê re nîne.

Di konferansa jinan de, çend mijarên giring hatin nîqaşkirin, ji wan jî: pêşxistina pêvajoya siyasî li Sûriyê, beşdariya jinan di pêvajoya siyasî de û jin di paşeroja Sûriyê de.