DEWLETA TIRK A DAGIRKER ÊRÎŞÎ BINESAZIYA HERÊMÊ DIKE
Hevserokê komeleya mafê mirovan ya kantona Firatê Ehmed Dawûd derbarê komkujiyên dewleta tirk yên di derheqê welatiyên herema Bakur û Rojhilatê Sûriyê de axivî.
Ehmed Dawûd got ji ber êrîşên dewleta tirk a dagirker yên li ser sivîlan zêdetirî 35 hezar kes ji malên xwe koçber bûne.
Her ku diçe dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşên xwe yên hovane li ser herêma bakur û rojhilatê sûriyê zêdetir dikin.
Dagirkerî di van êrîşan de sûcên şer dike û di derheqê sivîlan de komkujiyan pêk tîne.
Hevserokê komeleya mafên mirovan ya kantona Firatê Ehmed Dawûd derbarê komkujiyên dewleta yên di derheqê welatiyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûryê de axivî.
Ehmed Dawûd got, ji ber êrîşên dewleta tirk a dagirker yên li ser sivîlan zêdetirî 35 hezar kes ji malên xwe koçber bûne.
Her wiha Ehmed Dawûd diyar kir ku ji ber êrîşên dagirkeriyê 5 dibistan hatine rûxandin.
ji 8’ê kanûna sala 2024an ve dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê bi balafirên şer û çekên herî pêşketî êrîşî Bendava Tişrîn, Pira Qereqozaq û gundewarê bajarê kobanê dike.
di bin dêdengiya dewletên navnetewî û rêxistinên cîhanî de dagirkerî rasterast sivîlan dike hedef û komkujiyan pêk tîne.