XELKÊN HELEBÊ MERASÎMEKE XIYABÎ JI BO ŞEHÎD BERXWEDAN SERDEM LI DAR XISTIN
Xelkên Taxa Şêxmeqsûd a Helebê merasîmeke xiyabî ji bo şehîd Berxwedan Serdem ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bibû, li dar xistin.
Merasîm bi beşdariya bi sedan xelkên Taxa Şêxmeqsûd a Helebê û nûnerên saziyan hate li darxistin.
merasîmê bi deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir û piştre axaftin hatin kirin.
Axêveran gotin, dewleta Tirk li hember berxwedana gerîlayan têk çûye û soza şopandina rêya şehîdan dan.
Her wiha wesîqeya şehadetê ya şehîd Berxwedan Serdem hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.