Kanala ROJAVA TV

WELATIYÊN AMÛDÊ Û TIL HEMÎSÊ BI MEŞÊN CUDA PIŞTGIRÎ DAN QSD’Ê

Bi armanca şermezarkirina êrîşên li ser herêmê û piştgiriya hêzên sûriya demokrat QSD’ê, YPG’ê û YPJ’ê mamoste û xwendekarên amûdê û welatiyên bajarê Til Hemîsê meşên girseyî li dar xistin.
Beşdarên meşê gotin, QSD’ê ji hemû pêkhateyên sûriyê pêk tê û erkê me ye ku em piştgiriyê bidin QSD’ê.

Nêzîka 2 mehan e dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi balafirên şer û çekên giran Bendava Tişrîn, Pira Qereqozaq û gundewarê bajarê Kobanê topbaran û bombebaran dikin.

Lê ev êrîş rastî berxwedaneke bêhempa ya gel û şervanên hêzên sûriya demokratîk QSD’ê, YPG’ê û YPJ’ê tên.

Mamoste û Xwendekarên bajarê Amûdê bi meşeke girseyî piştgiriya xwe ya ji bo Hêzên Sûriya Demokratîk piştrast kirin.

Meşê ji Qada Jina Azad dest pê kir û bi dirûşmeyên bimre dagirkerî û bijî berxwedana QSD’ê li hola şehîd Cîhad bi dawî bû.

Beşdarên meşê bi gotina em hemû QSD’ê ne berxwedana dîrokî ya şervanan silav kirin.

Her wiha welatiyên bajarê Tilhemîsê jî bi heman armancê meşek li dar xistin.

meşê ji cem meclisa bajêr dest pêkir û bi dirûşmên bijî berxwedana QSD’ê li çerxereya şehîdan bi dawî bû.

Beşdarên meşê gotin QSD’ê ji hemû pêkhateyên sûriyê pêk tê û erkê me ye ku em piştgiriyê bidin QSD’ê.

di demên ku hêzên sûriya demokrat QSD’ê, YPG’ê û YPJ’ê li hember êrîşên dagirkeriyê destaneyên lehengiyê dinivîsin, gelê herêma bakur û rojhilatê sûriyê jî ji bo şermezarkirina êrîşan û piştgiriya QSD’ê her tim di nava tevgerê de ne û xwepêşandanan li dar dixin.