Kanala ROJAVA TV

KOÇBERÊN EFRÎNÊ DAWXAZA VEGEREKE BI RÛMET Û ARAM KIRIN

koçberên Efrînî yên ku di kampên Tebqayê de bi cih bûne, behsa zehmetiyên xwe kirin û gotin, dewleta tirk a dagirker bi darê zorê em ji cih û warê me koçber kirin.
Her wiha koçberên Efrînî bang li rêxistinên navdewletî kirin ku bi erkên xwe yên mirovî rabin û fişarê li dewleta Tirk bikin, da ku ji warê wan derkeve.

Koçberên Efrînî ji sala 2018’an ve ev cara duyemîn e ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker koçber dibin.

Di kanûna sala derbasbûyî de, ji bo ku rê li pêşiya komkujiyan were girtin, rêveberiya kantona Efrîn- Şehbayê biryar da ku welatî bi awayekî ewle ber bi herêmên Rêveberiya Xweser ve werin veguhestin.

koçberên Efrînî yên ku di kampên Tebqayê de bi cih bûne, behsa zehmetiyên xwe kirin û gotin, dewleta tirk a dagirker bi darê zorê em ji cih û warê me koçber kirin.

Her wiha koçberên Efrînî bang li rêxistinên navdewletî kirin ku bi erkên xwe yên mirovî rabin û fişarê li dewleta Tirk bikin, da ku ji warê wan derkeve.

ji dema dagirkirina Efrînê ve û ta niha dewleta Tirk demografya wê diguherîne û êrîşî xelkên wê dike, lê ti carî hêviyên wan ên vegerê neçilmisîne û ew her dem ji bo vegereke bi ewle têdikoşin.