Kanala ROJAVA TV

ŞÊNEYÊN HESEKÊ LI PÊŞ BAREGEHA HEVPEYMANIYA NAVDEWLETÎ ÇALAKIYEK LI DAR XISTIN

Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û komkujiyên li dijî nobedarên bendava Tişrînê li pêşiya baregeha Hevpeymaniya Navdewletî çalakiyek li dar xistin.
Bi hezaran şêniyên bajarê Hesekê li derdora xaçarêya şehîdên Girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran kom bûn û berê xwe dan baregeha Hevpeymaniya Navdewletî ya li taxê.
Şêniyan li ber baregehê çalakiyek li dar xistin û bêdengiya Hevpeymaniya Navdewletî ya li hember sûcên dewleta tirk a dagirker şermezar kirin.
Her wiha wêneyên şehîdên sivîl yên li bendava Tişrînê şehîd bûne, hildan.
şandeyeke çalakvanan derbasî navenda Hevpeymaniya Navdewletî bûn û daxwaznameyk pêşkêş kirin. di daxwaznameyê de hate xwstin ku êrişên dewleta Tirk bêne rawestandin û qedexeya asmanî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê ferzkirin.