Kanala ROJAVA TV

XELKÊN KANTONA CIZÎRÊ NOBETDARIYA PARASTINA BENDAVA TIŞRÎN DEWR GIRTIN

Nobetdariya xelkên herêmê ya parastina bendava tişrînê di roja xwe ya 10’an de didome û doh bi şev ‎xelkên bajarên amûdê, tirbespiyê û qamişlo yên kantona cizîrê bi molar gihiştin bendavê.‎
Xelkên kantona firatê ku 4 rojin nobetdarî girtine bi kêfxweşî, stranên şoreşgerî û govenda azadiyê ‎pêşwazî li xelkên kantona cizîrê kirin.‎
Xelkên kantona cizîrê jî li bendava tişrînê nobetdarî girtin ser milê xwe.‎
Ji 8’ê kanûnê ve xelkên herêmê bi girseyeke mezin li bendava tişrînê nobetdariyê dikin û tekez dikin ku ‎heta êrîş neyên rawestandin ew dest ji nobetdariya li bendavê bernadin. ‎