NOBETDARÊN BENDAVA TIŞRÎNÊ PEYAMA BERXWEDANÊ DIDIN
Çalakiya nobedê ya li Bendava Tişrînê bi tevlêbûna xelkê kantonên Reqa, Dêrazor û Tebqayê di roja xwe ya 8’an de didome.
Xelkê kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê ji bo parastina Bendava Tişrînê duh gihîşt bendavê da ku tev li çalakiya nobedê bibe.
Çalakiya nobedê di roja 8ˋan de didome, Di 8’ê Çileyê de bi hezaran şêniyên bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji bo parastina Bendava Tişrînê û bi armanca nîşandana dijberiya xwe ya li hemberî şer, ji gelek bajaran ber bi herêmê ve derketibûn rê.
nobetdarên li bendavê peyana parastina bendavê ji tevahî êrîşên dagirkeriyê didin..