Kanala ROJAVA TV

CÎHAN BÎLGÎN JI BAKUR TA BI ROJAVA ALA ÇAPEMENIYA AZAD TIM BILIND DIKIR

Nûçegehanê Ajansa ANHA’yê Ehmed Semîr behsa jiyana şehîd Cîhan Bîlgîn dike û dibêje, tevî zextên dagirkeriya Tirk, lê dîsa jî Cîhan karê xwe yê ragihandinê berdewam dikir.

Ehmed Semîr soza şopandina rêya şehîdan nû kir û got wê pênûs û kamereya şehîdên me li erdê nemîne.

Rojnamevan Cîhan Bîlgîn di sala 1996’an de li navçeya Midyadê yê girêdayî Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye.

Cîhan bîlgîn ji bo derxistina dengê rastiyê gelek kar û xebatên ragihandinê kiriye û di sala 2017’an de derbasî Rojava dibe û li ajansa nûçeyan a Hawarê dest bi karê nûçegehaniyê dike.

Nûçegehanê Ajansê Ehmed Semîr behsa jiyana şehîd cîhan bîlgîn dike û dibêje, tevî zextên dagirkeriya tirk, lê dîsa jî Cîhanê karê xwe yê ragihandinê berdewam dikir.

Ehmed Semîr soza şopandina rêya şehîdan nû kir û got wê pênûs û kamereya şehîdên me li erdê nemîne.

Di 19’ê kanûna sala 2024’an de dewleta tirk a dagirker erebeya rojanmevanan li ser rêya di navbera Sirîn û Bendava Tişrînê de bombebaran kir û di encamê de Cîhan Bîlgîn û nazim Daştan Şehîd bûn.