LI TAXA XERBÎ YA QAMIŞLOYÊ 5 TABÛR HATIN AVAKIRIN
Xelkên taxa Xerbî ya bajarê Qamişloyê ji bo piştgiriya QSD’ê û parastina xaka xwe, 5 tabûr ava kirin.
Ji bo bersivdana banga Rêveberiya Xweser û QSDˋê ya seferberiya giştî, şêniyên taxa Xerbî ya bajarê Qamişloyê 5 tabûr bi navên şehîd Cîhan Bîlgîn, Avzem Çiya, Çiya Rûs, Şivan Ehmed û Bîlal Îbrahîm ava kirin.
Di daxuyaniya avakirina tabûran de hate ragihandin ku ji bo parastina destkeftiyên şoreşê û piştgiriya berxwedana QSDˋê li bendava Tişrînê ev tabûr hatin avakirin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pêkhateyên taxê yên Kurd, Ereb, Suryan, Asûr û Ermen dê herêmên xwe ji êrişên dagirkeran biparêzin.
Tabûrên hatine avakirin bi daxuyaniyekê tevlêbûna xwe di nava Hêzên Parastina Civakî (HPC) de ragihandin.