Kanala ROJAVA TV

KOMBÛNA JINAN A ZENÛBYA JI BO NÎQAŞKIRINA REWŞA JINAN CIVÎNEK LI REQAYÊ LI DAR XIST

Îro danê sibehê, Kombûna Jinan a Zenûbiya civîneke berfireh ji bo gotûbêjkirina rewşa jinan di dema pêş de li Sûriyê, li dar xist.
Di civînê de endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk Foza Yûsif, nûnerên Rêveberiya Xweser, rêveberên tevger û rêxistinên jinan, ofîsên jinan û partiyên siyasî yên kantona Reqa û Tebqayê amade bûn.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan dest pê kir, piştre axaftin ji aliyê Seroka Desteya Jin a Meclisa Rêveber a kantona Reqayê Emel El-Casim ve hate kirin û tê de rewşa siyasî piştî rûxandina rêjîma Baas şîrove kir.
Di dawiya civînê de, derî li pêş beşdaran hat vekirin ku pirs û nêrînên xwe derbarê civînê de bi hev re parve bikin.