RÊXISTINA MAFÊN MIROVAN A KANTONA FERATÊ ÊRÎŞÊN LI SER HERÊMÊ ŞERMEZAR KIR
Rêxistina Mafê Mirovan a Kantona Firatê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta tirk a dagirker yên li ser herêmê şermezar kir.
rêxistina mafên mirovan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dewleta tirk a dagirker li pêş çavê cîhanê di derheqê sivîlan de komkujiyan pêk tîne.
rêxistinê anî ziman ku dewleta tirk a dagirker dixwaze di rêya van êrîşan de guhertineke demografî li sûriyê çê bike.
Rêxistina Mafê Mirovan a Kantona Firatê di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka navnetewî dike da ku li hember van êrîşan bi erkê xwe yê exlaqî rabe.