ŞÊNIYÊN TAXA ŞÊXMEQSÛD CENAZEYÊ ŞEHÎD MIHEMED SILÊMAN MIHMEDKÊ OXIR KIRIN
Bi sedan şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê cenazeyê kaesayetê welatparêz Mihemed Silêman Mihmedkê li goristana gundê Pino oxir kirin.
Şêniyan cenazeyê Mihmedkê ji naxweşxaneya Xalid Fecir bi girseyeke mezin wergirtin û bi tililiyên dayikan ber bi goristana gundê Pino ve bi rê ketin.
Di merasîma oxirkirinê de, endamê Desteya perwerdê ya PYD’ê Welat Memo axivî û sersaxî ji malbata Mihemed Mihmedkê re xwast her wiha bal kişand ser keda wê ya di rêxistinkirin û rêvebirina karê mirovî û netewî de.
Şehîd Mihemed Mihmedkê ji gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ye, di şerê li ser taxê Şêxmeqsûd ya sala 2013’an de di nav karê bijîşkiyê de cihê xwe girtibû, her weha ji sala 2016’an heya 2020’an Hevserokatiya Tev-Dem ya taxa Şêxmeqsûd kiriye.