KOÇBERÊN EFRÎN Û ŞEHBAYÊ JI BER KÊMBÛNA XIZMETAN BI GAZIN IN
Koçberên Efrîn û Şehbayê ên ku di dibistanên Qamişlo de hatine bicihkirin, di nava zivistan û sermaya dijwar de rastî kêmbûna pêdiviyên rojane û jiyanî tên.
Koçberan gotin: Divê çavê dunyayê li rewşa koçberan be û ji bo vegera wan çareseriyekê bibînin.
Careke din bi hezaran koçberên Efrîn û xelkên Şehbayê ji ber polîtîkayên qirker ên dewleta Tirk neçar man ku jı bajarê Şehbayê koçber bibin û li dibistan û navendên niştecihbûnê yên demkî yên kantonên Cizîr û Firatê bi cih bibin.
Lê piraniya malbatên ku di dibistanan de dijîn, di nava zivistanê û sermaya dijwar de rastî kêmbûna pêdiviyên rojane û pêdiviyên jiyanê tên.
Di vê derbarê de koçbera bi navê “Zelûx Henan” ji kamîreya Rojava TV re axivî û dilgiraniya xwe ji ber koçberbûna ji Şehbayê, anî ziman.
Ji aliyê xwe ve jî koçbera bi navê “Rûxweş Ismaîl” diyar kir ku ew ji kêmbûna pêdiviyên pêwîst û bihabûna ku nahêle pêwîstiyên xwe yên sereke dabîn bikin, bi gazin in.
Tevî hemû polîtîkayên ku ew ji cih û warên xwe kirine jî, lê hêviyên van koçberan ew e ku vegerin ser axa xwe, êş û mercên dijwar bi dîtina Efrînê ji bîr bikin.