Kanala ROJAVA TV

LI REQAYÊ DERBARÊ ROLA JINAN DI AVAKIRINA SÛRIYEYA NÛ DE CIVÎNEK LI DAR KET

Navenda çand û huner ya kantona reqayê li ser rola jinan di avakirina sûriyeya nû de civînek ji jinan re li dar xist.
civîn bi beşdarbûna bi dehan jinên bajarê reqayê, endamên tevgerên jinan û nûnerên saziyan hat li dar xistin.
civîn bi xulekek rêzgirtin dest pê kir, piştre Hevseroka partiya yekîtiya demokrat PYD’ê Foza Yûsif axivî û behsa rola jinan a di avakirina sûriyeya nû de kir.
Foza Yûsif anî ziman ku, bêyî beşdariya jinan ne mumkûne ku sûriyeke adilane, demokrat û pireng ava bibe, ji bo parastina destkeftiyên jinên sûriyê divê jin di her qadê de pêşengtiyê bike.
Di dawiyê de deriyê nîqaşan ji beşdarên civînê re hat vekirin.