XELKÊN HELEBÊ CENAZEYÊN 5 ŞEHÎDAN OXIR KIRIN
Bi sedan welatiyên bajarê helebê jî îro bi merasîmekê cenazeyên 5 cangoriyên azadiyê oxir kirin her wiha nasnameyan 5 şehîdên din jî hatin aşkerakirin.
Girseyê gel cenazeyên şehîdan ji nexweşxaneya şehîd xalêd fecir wergirtin û
berê xwe da goristana şehîdên berxwedana şêxmeqsûd û eşrefiyê.
Merasîm bi xuleyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdan dest pê kir.
Di merasîmê de axaftin hatin kirin , axêveran sersxî ji malbatên şehîdan re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan nû kirin.
Cenazeyên 5 cangoriyên azadiyê bi tililiyên dayikan û dirûşmeyên şehîd namirin hatin spartin.