BI SEDAN XELKÊN FIRATÊ CENAZEYÊN 8 ŞEHÎDAN OXIR KIRIN
Bi sedan xelkên Kantona Firatê îro cenazeyên 8 pekrewanên ku di êrişên li ser Minbic, bendava Tişrîn û pira Qereqozaxê de şehîd bûne, oxir kirin.
Merasîma oxirkirinê li Goristana Şehîd Dicle, bi beşdarbûna endamên Rêveberiya Xweser, saziyên sivîl, malbatên şehîdan û şêniyên ji Kobanê li dar ket.
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, piştre li ser navê Tevgera Jin û Meclisa Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin.
Di axaftina de sersaxî ji malbatên şehîdan re hat xwestin û hat gotin ku, ew ê heta dawiyê destkeftiyên şehîdên xwe biparêzin.
Piştî axaftinan, wesîqeyên 8 şehîdan hat xwendin û radestî malbatên wan hat kirin.
Di dawiya merasîmê de, heval û xizmên şehîdan cenazeyên cangoriyan spartin axê.