Kanala ROJAVA TV

RÊVEBERIYA XWESER Û GELÊ HERÊMÊ ALÎKARIYAN PÊŞKÊŞÎ KOÇBERAN DIKIN

Koçberên ku ji ber êrîşan berê xwe dane Qamişloyê ji Rojava Tv re behsa êş û azarên xwe dikin û dibêjin, ew bi zorê ji pencê çeteyan hatin rizgarkirin.

Her wiha xwendekara Zanîngeha Rojava ya beşê Bijîşkî Mahî Elî jî got ew ji bo koçberan her tim di nava tevgerê de ne.

Bi deh hezaran malbatên Kantona efrîn-şehba û helebê ji ber êrişên Çeteyên dewleta Tirk a dagirker yên bi ser Til Rifet, şehba û Helebê de berê xwe dan cihên bi Ewle yên Rêveberiya Xweser.

Hejmarek ji wan berê xwe dane Qamişloyê. Rêveberiya Xweser li lîstikgeha Şehîdên 12’ê adarê pêdiviyên xwarin û verxwarinê ji koçberan re pêşkêş dike.

Koçberên ku ji ber êrîşan berê xwe dane Qamişloyê ji Rojava Tv re behsa êş û azarên xwe dikin.

Her wiha xwendekara Zanîngeha Rojava ya beşê Bijîşkî Mahî Elî jî got ew ji bo koçberan her tim di nava tevgerê de ne.

Ji bo pêşwazîkirina karwanê koçberan û bicihkirina wan, tevahî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser di seferberiyê de ne û bi hemû derfetên xwe yên heyî koçberan hembêz dikin.

&nbsp