GELÊ KANTONA FIRATÊ LI DIJÎ ÊRÎŞAN DAKETIN QADAN
Gelê Kantona Firatê bi meşeke girseyî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Şehba, Minbic, Kobanê, Dêrik û gelek herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.
Bi hezaran kes li Qada Jin a Azad li hev kom bûn û heta Qada Şehîd Egîd meşiyan, Di meşê de şaxê dara Zeytûnê ku nîşaneya Efrînê ye û alên ji wêneyên Rêber Apo hildan.
Meş bi dirûşmeya ‘Bi berxwedana gelê Rojava û Bakur- Rojhilatê Sûriyê, em ê dagirkeriyê têk bibin’ hate lidarxistin.
Piştî ku meş gihîşt Qada Şehîd Egîd, Hevserokê Desteya Jîngehê a Kantona Firatê Arif Balî li qadê axivî û diyar kir ku ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin û bi wê berxwedana xwe jî dagirkeriyê têk bibin.
meş bi dirûşên silavkirina berxwedana gelê herêmê li dijî dagirkeriyê bi dawş bû..