Kanala ROJAVA TV

WELATIYEKÎ QAMIŞLO 15 KON JI BO KOÇBERÊN EFRÎN- ŞEHBAYÊ AMADE KIRINE

Welatiyê ji bajarê qamişlo yê bi navê Ebdelselam Hecî Salih li Stadyoma Şehîdên 12’ê Adarê 15 kon ji bo koçberan vedaye.

Ebdulselam Hecî Salih bi însiyatîfeke xwebexş 15 kon ji bo bicihkirina koçeberan li Stadyoma Şehîdên 12ê Adarê ya li bajêr amade kir.

Ebdelselam Hecî Salih diyar kir wî ji bo alîkariya bi gelê xwe re û parastina wan ji sermaya zivistanê kon vedan.