Kanala ROJAVA TV

ZÊDETIRÎ 150 MALBAT JI HELEBÊ BI AWAYEKÎ EWLE GIHIŞTIN QAMIŞLO

kamîreya Rojava Tv li nav Koçberên Efrînî yên ku ji ber hovîtiya dewleta tirk ji herêma xwe derketine û li Qamişlo bi cih bûne, geriya û li azarên wan guhdarî kir.

Her wiha Endamê Komîteya pêşwazîkirina koçberan Ebdulhelîm Eko got em bi rih û canê xwe koçberan pêşwazî dikin
Ev heyama çend rojan e karwarên koçberên Efrîn, Şehba, Nubil û Zehrayê berê xwe didin herêma bakur û rojhilatê sûriyê.

heta îro zêdetirî 150 malbat derbasî Qamişlo bûn, koçberên ku duh gihiştin li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê kom bûn. Rêveberiya Xweser û xelkên herêmê bi hemû derftan alîkariyan ji wan re pêşkêş dikin.

kamîreya Rojava Tv li nav Koçberên Efrînî yên ku ji ber hovîtiya dewleta tirk ji herêma xwe derketine û li Qamişlo bi cih bûne, geriya û li azarên wan guhdarî kir.
Her wiha Endamê Komîteya pêşwazîkirina koçberan Ebdulhelîm Eko jî got, em bi rih û canê xwe koçberan pêşwazî dikin.

Roja 27 mijdarê çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi rengekî hovane êrîşî bajarê Helebê kirin, di encamê de bi sedhezaran welatî neçarî koçberiyê bûn.