NIVÎSGEHA KESÊN XWEDÎ PÊDIVIYÊN TAYBET A KOBANÊ DAXUYANIYEK JI RAYA GIŞTÎ RE DA
Nivîsgeha Kesên Xwedî Pêdiviyên Taybet a li Kobanî derbarê Roja Cîhanî ya Piştgiriya Kesên Xwedî Pêdiviyên Taybet de daxuyaniyek da û silavên xwe bi boneya vê roja girîng şand.
Nivîsgehê di daxuyaniya xwe de got: Piştevaniya Kesên Xwedî Pêdiviyên Taybet, wê civakê ber bi pêşketinê ve bibe û paşerojeke baştir ji vê komê re misoger bike.
Her wiha di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê û rola wê ya neyînî di kuştina zarokan, tirsandina wan û astengkirina dermankirina wan a derûnî de.
Di dawiya daxuyaniyê de nivîsgehê bi wesîleya Roja Cîhanî ya Piştgiriya bi Kesên Xwedî Pêdiviyên Taybet re, bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî polîtîkayên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê bêdeng nemîne.