ŞÊNIYÊN QAMIŞLO CENAZEYÊ ŞEHÎD EZÎZ SELAHEDÎN ŞÊXO OXIR KIRIN
Bi hezaran şêniyên bajarê Qamişlo beşdarî merasîma oxirkirina cenazeyê şehîd Ezîz Selahedîn Şêxo yê ku di 1’ê Kanûnê de di encama bombebarana balafira dewleta Tirk a dagirker a li ser rêya Qamişlo û Hesekê de şehîd bibû, bûn.
Di merasîmê de; Endamên Kongra Star, Partiya Yekîtiya Demokratîk, Tevgera Civaka Demokratîk, Kongreya Îslama Demokratîk, saziyên Rêveberiya Xweser û hemû saziyên civaka sivîl ên bajêr beşdar bûn.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan dest pê kir û piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan û li ser navê Tevgera Civaka Demokratîk û Kongreya Îslama Demokratîk axaftin hatin kirin û soza şopandina rêya şehîdan heya serketinê, hate dayîn.
Piştî wê wesîqeya şehîd hat xwandin û radestî malbetê hat kirin, di dawiyê de cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan û berzkirina dirûşmeyên silavkirina şehîdan de, hat veşartin.