ŞÊNIYÊN HELEBÊ BANGA BILINDKIRINA TÊKOŞÎNÊ LI HEMBERÎ ÇETEYAN KIRIN
Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ji sibeha çarşemê ve dest bi êrîşa li dijî xalên hêzên Hikûmeta Şamê kirin, çeteyan di nava 3’ê rojan de derbasî bajarê Helebê bûn..
di encama pevçûnên di navbera çeteyên Heyet Tehrîr El Şam û hêzên hikumeta Şamê de tevgera koçberiyê zêde bûye..
Şêniyên taxên şêx meqsûd û eşrefiyê yên helebê derbarê geşdan û pevçûnên ku li bajarê helebê rû didin helwest nîşan dan û tekez kirin ku li hemberî hemû siyaset û êîşên ku li dijî wan tên kirin dê li ber xwe bidin.
şêniyên helebê banga mezikiran asta têkoşînê kirin û tekez kirin ku ew ê bi rihê berxwdana şêxmeqsûdê êrîşên qirkirnê vala derxin.
Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê weke kelehên asê yên şerê gelê şoreşgerî tên naskirin, ji ber ku di salên 2012 ta 2016’an de gelê her du taxan êrîşên çeteyan têk birin û destaneyên lehengiyê ristin.