Kanala ROJAVA TV

MECLISA JINAN A HELEBÊ BIDAWÎBÛNA ÇALAKIYÊN 25’Ê MIJDARÊ RAGIHAND

Platforma Çalakiyan a Meclisa Jinan a Sûriyê ya bajarê Heleb îro bi daxuyaniyekê bidawîkirina çalakiyên 25’ê mijdarê ragihand.

Meclisa Jinan a Sûriyê ya Heleb di daxuyaniya xwe de got, di çarçoveya pênava bi boneya 25ˈê Mijdarê de panel, semîner û atolye li Şam, Lubnanê, Tertûs, Humis, Heleb, Siweyda û Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin lidarxistin.

Her wiha Meclisê diyar kir ku Meclisa Jinan a Sûriyê dê li hemberî pergala mêrê serdest têkoşînê bidomîne.

Meclisa Jinan a Sûriyê ya Helebê di dawiyê de bang li tevahî jinên sûriyê kir ku li hember tevahî binpêkirinan têkoşînê mezin bikin.