PYD’Ê ŞEHÎD ŞÎLAN KOBANÊ Û 4 HEVRÊYÊN WÊ LI KOBANÊ BI BÎR ANÎ
Partiya Yekîtiya demokratîk PYDˈê ya kantona Firatê di salvegera 20ˈemîn a şehadeta Şehîd Şîlan kobanê û 4 hevrêyên wê civînek li dar xist.
Civîna bîranînê bi beşdariya malbat û hevreyên şehîdan, endamên PYDˈê û bi dehan kesan li hola PYDˈê ya li bajarê Kobanê hat lidarxistin.
Di ciaxaftinan de hat gotin ku, şehîd Şîlan hemû dîwarê desthilatdariyê rûxand û li hember her cûreyên desthilatdarî û eşîrtî serî hilda
Her wiha di axaftinan de soza şopandina rê û armancên şehîdan hat dayîn.
Di dawiya civînê de sînevîzyonek li ser têkoşîna şehîd Şîlan û hevalên wê hat pêşandan.
Endama Komîteya Navendî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şîlan Kobanê û 4 hevrêyên wê 29’ê Mijdara 2004’an dema erkên xwe bi cih dianîn bi komployeke hevbeş hatin şehîdxisitin.