Kanala ROJAVA TV

BI HATINA ZIVISTANÊ RE ÊŞ Û AZARÊN KOÇBERAN ZÊDETIR DIBIN

Her sal bi hatina demsala zivistanê re êş û azarên koçberan li warê koçberiyê deh qat zêde dibin.
Koçberên ji serêkaniya dagirkirî ku ev 5 salin li kampa serêkaniyê ya li bajarê Hesekê dimînin, ji Rojava tv re behsa êş û zehmtiyên ku li warê koçberiyê jiyan dikin kirin.

bi hatina demsala zivistanê re rewşa koçberên efrîn, serê kaniyê û girê spî ku ji cih û warê xwe ji ber êrîşên dagirkeriya tirk û çeteyên bi darê zorê koçber bûne zehmettir bûye.

Koçberên ji serê kaniya dagirkirî ku ev 5 salin li warê koçberiyê li kampa serê kaniyê ya li bajarê hesekê dimînin ji ber rewşa zehmet ya koçberiyê nexasim bi hatina zivistnê re di rewşeke zehmete dijîn.

Koçberên serê kaniyê yên li hesekê, ji Rojava tv re êş û azarên xwe yên li warê koçberiyê vegotin û daxwaza vegra li mal û milkên xwe kirin.

Hevserokê Meclîsa Kampa Serêkaniyê ya bajarê hesekê, ebd el rezaq mihemed jî, diyar ku ji bilî rêveberiya xweser tu alî an jî rêxistinên heyî alîkariya koçberan nakin.

Tevî daxwazên berdewam yên koçberan û rêveberiya kampê ji bo pêşkêşkirina alîkariyan ji aliyê rêxistinan ve, lê rêxistinên mirovî bê dengin û koçber rû birûyî zehmetiyan tên.