Kanala ROJAVA TV

LI REQAYÊ ŞERÊ LI XEZEYÊ Û BANDORÊN WÊ LI SER HERÊMÊ HAT NÎQAŞKIRIN

Nivîsgeha Têkiliyên Meclisa Sûriya Demokratîk MSD û Rêxistina Reqayê ya Partiya Yekitiya Kurd ”Yekîtî” paneleke diyalogê di bin navê “şerê li ser Xezeyê û encamên wê li ser herêmê” organîze kir.

Semîner bi amadebûna partiyên siyasî, rewşenbîr, çalakvanên sivîl û rûspiyên eşîran li odeya civînan a MSD ya li Reqayê li dar ket.

di semînerê de, bal hat kişandin ser bandora şer û bandorên wê yên li ser Sûriyê bi giştî û bakurê rojhilatê Sûriyê bi taybetî.

Her wiha beşdaran di semînerê de behsa çawaniya misogerkirina aramî û ewlehiya herêmên Rêveberiya Xweser û parastina destkeftiyên gelê herêmê hat kirin.