Kanala ROJAVA TV

ZANÎNGEHA ROJAVA DERBARÊ 25’Ê MIJDARÊ DE KOMXEBATEK LIDARXIST

Meclîsa Jin a Zanîngeha Rojava derbarê çalakiyên 25’ê mijdarê de komxebatek li hola zanîngehê ya li bajarê Qamişlo li darxist.
Komxebat bi beşdarbûna bi sedan mamoste û xwendekarên zanîngeha rojava, endamên rêxistina sara û çalakvanên jin hate lidarxistin.
Di komxebatê de sinifizyonek derbarê 25’ê de ji aliyê Meclisa Jin a Zanîngehê ve hat pêşandan.
Piştre jî semîner ji aliyê Berdevka Rêxistina Sara Arzo Temo û çalakvaneke famînîst ve hate daîn.
Di semînerê de behsa tundiya li ser jinan, sedemên wê û awayên bidawîkirina tundiyê hat kirin.
komxebata Meclîsa Jin a Zanîngeha Rojava bi nîqaş û pêşinyaran bi dawî bû.