EKÎPA KARÊ NIŞTÎMANÎ SEMÎNEREK DERBARÊ REWŞA SIYASÎ LI SÛRIYÊ LI DAR XIST
Ekîpa karê niştîmanî li bajarê reqa semînerek derbarê rewşa siyasî û çareseriya wê li dar xist.
Semîner bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî, MSD’ê, kesayetên serbixwe li navenda çand û huner a Reqa hate dayin.
Di semînerê de rêyên siyasî ku beriya serdema serdema rêveberiya xweser ji aliyê rêjîmên desthilat ve dihatin bikaranîn her wiha guhertinên di nava hevpeymanên navdewletî û herêmî û bandorên wan li ser rojhilata navîn nexasim li ser kirîza sûriyê, hatin nîqaşkirin.
Li aliyekî din jî awayên çareseriya aloziya sûriyê û hewildanên çareseriyê jî hatin vegotin.
Semîner bi nîqaş û pêşinyarên beşdaran bidawî bû.