2’YEMÎN KOMXEBATA JIN Û PARASTIN A ROJHILATA NAVÎN LI DAR KET
Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê îro 2’Yemîn Komxebata Jin û Parastin a li ser asta Rojhilata Navîn li dar xist.
Komxebat bi nîqaşên girîng û encamnameyên ku dikevin xizmeta pêşxistina jinan bi dawî bû.
Sala 2013’an yek ji salên girîng di dîroka têkoşîna jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bû, ji ber ku bû şahidê avakirina Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê.
YPJ’ê ji dema damezrandina xwe ve gel Yekîneyên Parastina Gel beşdarî şerê li dijî DAIŞ’ê bû.
Îro YPJ’ê 2’Yemîn Komxebata Jin û Parastin a li ser asta Rojhilata Navîn li dar xist.
500 delege ji şervanên YPJ`ê, Nûnerên Rêveberiya Xweser, Hêzên Sûriya Demokratîk, Meclisa Leşkerî û Sivîl û bi rêya online jin ji Ewropayê beşdar bûn.
Di komxebatê de mijarên wek, Bandora Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û nakokiyên li dijî jinan û rêbazên rawestandina li hemberî wê, zehmetiyên li pêş jinan, Girîngiya parastina jinan û xurtkirina çanda xweparastina jinê hatin nirxandin û nîqaşkirin.
2’Yemîn Komxebata Jin û Parastin a li ser asta Rojhilata Navîn bi erêkirina hin Perspektîfên Stratejîk bi dawî bû, ji wan perspektîfan:
Rêxistinkirina Konseya Ewlekarî û Parastinê ya jinê, Xurtkirina polîtîkayên yekgirtî yên netewî û herêmî ji bo parastina jinan û Pêşxistina bernameyên perwerdeyê.